BAVÊ MIN HESÊ MILE

Yusuf Polat
 

JÎYANEK BI RUMET Û SERBIXWE !


Sewîyê dê û bavê xwe ez sewî hîştim. Di danzdeh salî ya xwe de bê dê dimîne, serde jî birayek deh salî. Jina delal û şîrîn „Zewa qumê“ dibe dayîka wan herdû sewîyan. Lê çi qeder, di çardeh salîyê de jî bavê xwe winda dike. Hesê Mile û birayê xwe Kum bê dê û bav li ber dûwaran dimînin. Apê xwe Mamê Hamolê (bixwe merê pîrika Min Nûra Eçkelîl bû) dest dide ser birazîyên xwe, wan diparêze; li ba xwe mezin dike, keça xwe dide wî. Sewî êdî tevî birayê we Kum (Kumê Keçê) bi mal û nan û xwedî dibe. Piştî xizmeta leşkerî li îzmir û îzmîtê wedigere gundê xwe. Ew êdî bavê law û kêçan e. Sewitî tere, jîyana malbatî, jîyanek berxwedarî dest pê dike. Pir zeman derbas nabe apê xwe Hecîyê Hamolê, piştra jî ap û xazûrê xwe Mamê Hamolê ji dinya me bardikin terin. Hesê Mile carek din sewî dimîne, hertişt dikeve stuyê wî. Birayê xwe Kum dizewicîne, wî dişîne askerê. Dema ew li askerê bû hukumeta Menderes reforman dike; erdê xezînê tê belavkirin. Ew ji xwe û ji brayê xwe re jî erdê digire. Jîyan berdewam dike, ji duh sewîyan nezî 40 Mal çêdibin.

Li Xelîkan ew jî mîna herkesî bi dewar re mijul dibû. Lê ya wî bi şiklek din bû: kerîyên pez nedida ber mala xwe, serê xwe zêda nediêşand, zehmet û meşeqetî ji wî dûr bûn. Malê dinyayê ji wî re ne pir bi qîmet bû. Wî pir dixwand, difikirî, bi heval û cîran û dostên xwe re mineqeşe dikir. Di nav wan de Hecî Mehmedê Mamkê, Çawûşê Malê Êqê, Kumê Osmên û pir kesên din. Hemû hevalên wî zû diçin ser heqîya xwe, hin ji wan li 50 salî, hen li 60 salî, hinek jî li 70 salî dimirin, bardikin terin dinya xwe ya ebebî. Xwedê cihê wan hemûyan bike bihûşt. Bavê min ê delal hema hema tek dimîne. Xwedê jîyanek dirêj û bextiwar bide herkesî, bavê min 80 salîya xwe dît. Lê, kî di jîyanê de bi tenê ma, heval û dostên xwe zû winda kir, jîyan têkîl dimîne. Dawîya her dawî bavê min ê delal û meclûl jî ji dinya me barkir, çu ba hevalên û dosten xwe, dê û bav û apên xwe, çû rexmeta xwe, xwedê cîhe wan hemûyan bi bihûşt ke.

Ber tîştî edep û exlaq lazim e. Ew ji hev nayên veqandin.Yek bi yekê re girêdayê. Bê exlaq edeb nabe, bê edeb jî exlaq. Kêmbûna yek ji wan, wek kêmbûneke lingek merive. Îsan çing bi lingekî kulek dibe, bi kemasîya yek ji wan ji di ware exlaq û edeb da kulek dibe. Dilxwaşî û zarxweşî ew in; xêrhazî û nazikî jî; hevalî ûdostî, brayetî û piştgirî jî ew in. Pivanên jîyanê ew in. Bi serda jî vîjdan. Vîjdan taca edep û exlaq e. Ez dibêjim, bê şik bavê min xwedîyê wan hemûyan bû. Bo vê jî ew ji dost re jî, ji dijmin re jî xêrxwaz bû, dilnerm û dilgerm, nefsbiçûk û rûken bû, xweşsohbet bû... Biçukan re biçuk, mezinan re mezin.

Bavê min ji Xelîkan re çiqas qezencek bû, wendekirina wî jî ewqas kemasîyek e. Taybetmendîyek jiyana wî hebû. Aqilmendê derdora xwe bû, mêjo û tarîxnasê gundî xwe bû. Kesan rojbûn û rexmetîya xwedîyên xwe ji wî pirsdikirin. Wî, ew hemû dizanîn. Kî kîngê hatîyê dinê, kî kîngê mirîye, ji bavê min pirsdikirin, dibihîstin. Ya xwedê, ew çi aqîl, ew çî mêjo. Pir kesan xet û beretên xwe bi wî çêdikirin, çi senetên malan, çi senetên bûkan. Gîşt di destê wî re derbas dibûn. Nivîsa wî ya xweşik navdar e, minak e. Ji qelemê wî yek bi yek horî diweşîn, rehmet dibarî.

Tarîx û sîyaset parçeyek jîyane wi bûn. Tarîxa îslamîyetê, ya Osmanîyan, ya Tirkîye di mêjoyê wî de cih girtibûn. Danek nimêja xwe winda nedikir. Tê bîra min. Rojname “Ulus”, piştra jî ya Cumhûrîyet ji dest wî kem nedibûn. Sibe birbang ji xew radibû, pezê xwe yem dikir, aptaza xwe hildigirt, nimêja xwe dikir. Paşe çayîya xwe bi xwe çêdikir, taştîyê xwe dikir, rojname xwe dikir dest xwe, dixwand. Berbî quşlix derdorê xwe mezedike, ya tere ba cîran û hevalan, ya jî ew tên ba wî. Arê, siyaset parçeyek wî bû. Cemat û civat her tim hebûn; Piştî 1955 an, piştî ku li Tirkîye hukmê CHP şikeşt, civat vebû. Piralî û pirdangî ket nava cîvakê. Bi Adnan Menderes re sîyaset kete her derê, ew heya gundan hat. Paşê Menderes bedela wê bi jîyana xwe da. ‚Carekê tîr ji cîh derket, kesek nikare wê bigire’. Ew vebûna civakê bi xwe re vebûnên din tîne: Pirsgirêka Kurd dikeve rojevê… Karê min û Hesen Tuzcû û yen hevalên din li gund dest pê dike.

Ew rojeva min a netewî bi dilê bavê min bû an ne bi dilê wî bû. Bo vê jî derdê min ewqas giran, birîna min ewqas kûr e. Pirsgirêka welat û gel bû sedema dûrketina(surguna) min ya li xeribîyê. Bûm pênaber. Bi ceza û cefaya xwe razî bûm, razî me. Lê çi hêf, çi hêf kû dewleta dagirker û mêtînger bavê min kir hevparê sûçe min. Ji rîya min de ew wan salên dawî êşîya, çavên wî li rê man, ji derd û kûlan bi min re bi telefon pir deng nedikir, qut dibirî. Hemû gotin û telkînên wî pere nekir. Ew derdê giran niha li ser milan!

Xwedê ezê çing ji bin vî barî derkevim ? Ez ê çing bavê xwe, Hesê Mile ji Malbata Hamolîyan bibînim, dest û rûyê wî maç kim ? Li hemperî wî rûnim, bi wî ra dengkim ? Sifat û sûretên wi li ber çavên min ewqas meçhûl, ewqas melûl, qey dixwaze bibêje, gunehê min çîye? Kakê min carek din sewî bû, çû ba birayê xwe yî sewî, stêrkek ji ezmanan ket, rijîya. Balakîran hêstirkek xwe windekirin! Çi bikin, dijminê hov hebûna xwe li ser nebûna me avakirîyê, rê li ber me girtîye; dixwaze ji xeribîstan herim Goristan.

 

Yusuf Polat
 
 
 
 
 
                
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan