SAlanekÛ kURDÊN ANATOLİA Cüneyt Dağdalan


Pirr sal bûn kû   Kurdên Anatolia ( Anadolu ) û Gûndên wana hatine ji bîrkirin .   Ne ji alî Hûkûmetan ve û ne jî ji alî rewşenbîrên ( aydin ) xwe ve bibîranîn …   Malpera Kurdên Qirşehîrê , xebateka weng mezin tixe ber rêya xwe kû ew pirr biqedîr û biqêmete .   Xwedê rûyî wana reş nake …

Di hêleke din da, Hoçik Gûndekî çûke û mînak gotî di bin Zinaran da ye …   Hoçik , mîna pirr Gûndên din ê Çolê , giredayî Federasyona Reşî ya ye .   Û ji Eşîre Şêxbilan e…   Di Malperê de, ser Reşîyan nivîsên hîn zelal jî hene … Û niha em dest bi hevpeyvînê xwe bikin …

Merhaba Erhan, Tu bi xêr hatî çir dikî , rindî ?

Wale rind im. Va rona ezî li Mal im. Naşixûlime. Lê rind im.

Xêr e naşixûlî ?

Zivistanê em pirr naşûxlinî. Nêzikê du meha bûn ez li Mal rûniştî me.

Weng e xerê wexta te niha pirr e.   Em hema dest pê bikinî .

Min got , navê Gûndî me ji te pirskim … Navê Gûndî me Ho ç ik e, tirk jî te wên Çanakpınar . Va ji kû derê tê , fikra te çi ye ?

Wale min carakê ji Kekî xwe pirs kir .   Bersiveke zelal neda min.   Heta niha min qe newîstîyê ku menaya Hocikan çî ye ?   Çanakpınar jî navê ku Dewletê dayê me .   Berê li Gûnd , di bin herdê da kûzê derdixistine . Loma gotine Çanak + pınar .

Niha yek bixwaze ku were gûndî me ê çing were û di kîjan îstiqametê de here ?

Gûndî me ji Çîçekdaxê 5 km dûr e. Ji Îskalê de li Axtoşê niştî, te li Arabinkoyî deyî. Li wir, rêyek terê Bêşîklê, yek jî terê Torino , Gûndî me û Ramiko…   Em bi wan se Gûndan ra nêzike hev in…Navbera me Ramik û Torina de 2 kîlometre heye.

Te behsa Bêşiklê û Arabinkoy kir . Vana çi ne?    Ez bi xwe dizanim çi ne. Lê niha em ê Gûndî xwe bidin naskirin.

Wale, her dû Gûnd jî, Tûlek in. Navberê me bi wan re “îdare” dike. Em bênî ne rind e û ne jî xirab e.

Kurikê ez ji te pirsbikim lê te dest bixwe pê kir . (Erhan vê carê kenî ...) Çima dikenî ?

Tü dizanî Daykê   minê jî Tûleka ye .

Erê .   Ê ku ez dizanim , li Gûndî me , Daykê te û   Xaltê te ji Tûleka ye .

Na, Na… Çend jin ên din jî hene …

Raste. Em çex binî ser Gûnd .   Çend Mal li Gûnd hene ?

15-20 salan ber vê   38 Mal hewûn . Niha ê kû ez dizanim 26 Mal mayîne

Çima Mal kêm tewine?

Wale pirr kesan ji Gûnd bar kirin çûne bajaran...

Ê ku   Mala xwe barkirine çûne kûderê ?

Ên pirr çûne Samulê, Çîçekdaxê. Ez jî hatim vira.   Li vir em Pênç Şeş kes hene. Heta ku min xwe gihande vê derê, min pirr zehmetî kişand. Ez bêm kezeva min reş bû ku tû fam bikî. Li vir jî ez di hêlekê de li vir im. Li hêleke din jî li Gûnd im. Gûnd temel ji bîrê min dernakev ê.

Erê Wale qe pirs meke. Te got, ên pirr çûna Samulê. Lo Samûl li kû ye, Gûndî Hoçika li kû ye? Çing çûna wê derê?   Li wir çi dikine?

Ez ji te ra bêm. E ku siftê çûyî, Xizirê Malê Mame ye. Çing çûyê ez pê nizanim. Paşe, Rûştiyê Malê Hamzikê û birangê te, Elî   Malê Hecî Şixo çûyê. A ji wir wêda jî ban qatê, ê kû çavê xwe vekirî, solixa xwe li Samûlê heynayê. Li wir jî, di tamirxaneya Otobosên mezin (berê li Topkapê bûn, niho jî li Îkîtellê) dişixûline. Va salana di nav wana da ên qelaw bûyî jî derketin...Kûrikên wana jî bûn Îstanbûlî. Niha jî, ji Gûndî ankê xwe û Bavkî xwe dûr ketine. Kûrmancî bîrkirine.

Erhan, Mektew li Gûndî me kîngê çebûye?

Ê kû ez dizanim, li 1950 şûnde çêbûye.   Berê ku mektewa Gûndî me çêbe, çend kes ji Gûndî me çûne Çewirmê û l i wir xwandine. E ku çune Cewirmê vana ne: Hemzikê Malê Mastê, Recebî Bêtêl, Haydikê Qijê... Nêzikê deh(10) sala ye kû Mektewa Gûnd hatîye girtin. Êdin Kurikên Gûnd terine Bêşîklê, li wir dixwînîne. Me qala   Mektewê   kir, tiştek hat   bîra min.   Li ser Daykê te   Kurteçîrokek(kısa hikaye) heye.   Nizanim te bihîstîye an jî nebihîstîye?

Sedîsed min bihîstîye lê dîsa jî tu bê… Ê ku nebihîstîne jî ma bibihîzin …


Bavê te li Konyê şivantî dikiriye . Daykê te jî bitenê li Gûnd bûye . Kurik jê çukin   di hêlekê da jî terine Mektewê . JI Kurikan jî yekî Naxirê diçerîne . Wê rokê neçûye Naxire . Sûnê ve çûye   Mektewê . Daykê te jî bi lez û bez   û   destên xwe yê bi hevîr çûyê ber mehlim . Derî vekiriye û gotîye ; „ Mehlîm mehlîm … Hevîr   teştta , Nan tunne … Naxir li paş Malê … Lawik yoxx …“ ( em Kanîn …)

Fiqara Xwedê ye Daykê min. Ev nêzikê deh salana ku min hîn nedîye . Ki dizane , çand   salên din hîn ez nawînim .

Erhan berê navê jinan çi wûn ?

Tu bisekine . Ez di sirêda bemcirim . Zexê , Fatê , Eşê , Gûlê , Zwêrê , Elê , Emê … Vana navên kevn in. Navên niha ne weng in. Sevgî , Ayten , Gûlten navên nû ne…

Mesalo navên Mêrên berê jî ; Hevşar , Milo, Mesto , Miço , Xelo , Heso , Hûso , Memo wûn .

Niha dawên ; Çetîn , Mesût , Gökhan , Metîn , Yilmaz, Göksel .

(Vê carê jî ez kenîm) Te xêre navê min di nav vana   da ne hejmart?

Erê navî te jî û ê min jî…

Kîjan Gûndê nêzike Gûndî me ne?

Torin li hemberê, Remik jî li kêlekê Gûndî me ne. Bi peya nêzikê nîvseatê te herî. Em him weng nêzikê hev in, Him jî   marlixê me bi hevra heye. Beşikli û Arabinkoy jê nezike me ne… Vana nê Kûrmanc in. Çewîrme, Mehmûdli, Golê, Gêder û bi Sira ra çûyîn hatinî me pirr e. Pirr xort û keçikên me bi hevdû re zewicîne.

Erhan bavê   te ji Bavê min siftê gihîşte rehma Xwedê. Rahmê Xwedê ma li ser wan be. bavê te Bilûr lêdixist . Te jî jê tiştin hevisîn ?

Erê , Kekî min xwaş li Bilûre dixist . Kekê min pênç sala li   Konyê Şivanlixi kir . Li wir Bilûrê Hevisiye . Me dengê wî û Bilûra wî kişande Qasetê . Her çiqas cîranê me ji ber eciz tewûn jî baw ê min însanekî helbestvan ( şaîr ) bû . Li ser xwe helbestên dirêj û xwaş digotin .

Qeset li ba te ye ?

Erê ê li ba min e.

Te şûbikî pi me dî.

Tabî. Ez ê bi dilê xwe bidim. Ew çi şor e. Ez ê çing qemîşe te bi wim ?

Ez dixwazim tiştekî din ji te pirskim . Ma va jî pirsa   dawî be. Nav ê şûnên li dor- ber Gûndî me çi ne. Tê bizanî ?

Erê. Havşo heye. Di bin Baxa da ye. Tu jî dizanî ku Bax êdin neman. Harolde Samûlê Gûndê me qelaw kir. Zinar e Zîçî he. Li jûr Gûnde. We kî din. Xermana me he ye. Qîmete Xermanan jî mîna berê nema. Ê kû ez dizanim vana ne. Daviste !… daviste !

Çir bû?

Konê Kekî min; Konê Xalî Hemreşê û Konê Mehmikê Qijê rehmatlix hena.

Erhan spas ji te ra . Ez hêvîdar im ku me Gundê me Hocik tenikê naskirin da.

Berxwedar be . Ez vê firsendê da xebatkarên malpera Kûrdênkirşehîrê re serkeftinê dixwazim , û spasîya xwe ji dilda dikim …


 
              


 
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan