Ji Bo Biranîna Asaf Koçak -"Dîno"!

Her ku 2. Tîrmeh (temmuz) Sêvas te bîra me. Dehûdu sala ber , yanî 1993an de li Hotela Madimak sîûheft kes hatin şewitandin. Di Nav van de yekî hebû ku pir kes nizan e ev ji alîye me ye.
Ev Asaf Koça'e bi gotina dayka "Dîno" ye!


Asaf ji alîye me ye. Di sala 1958an de li Qişle (Mahmutlu) hate dinê. Gundê Qiþle ji eşîra Şêxbilana ye. Asaf mektewa yekemîn li gûnd teva kir. Paşe li Kirþehîrê çû mekteva Mamostatiye (eğitim enstitüsü) li wir xwand û mamoste. 4 sala li Sêvasê, 3 sala li Ediyamenê, 5 sala li bajarên din mamostetî kir.
Paşe mezekir ku mamostetî ne karekî li gor wi ye, dest ber da, çu li rojnama Cumhuriyet û Günaydın şixulî. Li wir karîkatur çêdikir. Bi tîplema xwe a "Devekuşu" hate naskirin.
Di filmekî de rolek heyna û di wir de lîst.
Hîro karîkatürîstekî navdar e. Ji pirske ewê Asaf Koçak nasbike.
Em wek Malpera Kurdên Kirşehîrê biranîna li stuyê wek kar dibînin.

 

 

   
Malpera Kurdên Kirsehîrê © 2005
Design by Xalîkan