Rojê nîvro, giranîya xwe dabû ber malê. Pencira, ji tavên Rojê pihacîbûn. Bîhn a Herê ji ber malê dihat... Her der bi Mîza Pez bû... Ci ji devê wî derdiket dibûn Hevok(cümle) ; „Dîsa Beran li ber Malê mexalê, ew jî edeta wî Beranî ye, mîna Paşayîkî te li ber derî rûdine û çi pişqûl hene li wir dihêle û piştê nîvro jî, dikeve ber Pez û dev dide ber Çole...“
Ser Pûşqilan re bazda û bı xû (ter) ya pê ketî û bi henî(alın) ya qeleşî dest avit kilîtê, lê ji hûndir va tı dengê kesî nedihat... Derî vekir, û tavê rojê ber wî keta hûndir... Bi hêrs, paçê li ser nên avit, nanek derxist, rûn û panêr li ser gerand û xwe avit paş Malê... Kengê ji tiştekî acz dibû, an jî diqehirî xwe davêt paş Malê. Serin bû pas malê, û kesî jî ew nedidît.

„...Senîn adın ne?“ “...Babanın adı ne?” “...Kaç yaşındasın?” Serê xwe ba kir, tistên din jî got lê, nîvce ji dev derdiketin... Ji hêlekê da jî, Qozîya xwe gesdikir.
“Ma va çiye?
“Carna, mîvan dihatin Malê me, û ji min dipirsîn, digotin; navî te çî ye?, tu çend salî?, tu xwendinê dizanî? û hwd. Min jî bersiva wan dida... Lê niha? Niha bersiv wek hevin lê, pirs ne wek hevin...”
„Gelo xwendin ewqes zor e?“
Hîn Qozîya xwe nivîkiri bû kû, ji jêrda, li hêla Sapî paş malê, dengê hevalî wî hat... Wî jî Tomatêzaka sor xistibu nav levên xwe û nanê xwe jî kiribû binçengê xwe...
Bi dengekî bilind bankir; „Laoo... Adın ne?“
„qûzilqûrt!!..“
Bihevra kenîn...
Ji Mal, defter a xwe anî û li paş male, li ser gîha xwe dirêjkirin û wêne cêkirin... Mektew, Xanîkî bi Çati û li ser çatê jî „paçê badayî“ û Pazên diçere li ber derî...
Sal wek bi destan cekirî, ji hêlekê va tene tene, û ji hêlaka din ve, ji carekê da li pey mîrov disekînin... Bihar diçû Zivistan dihat, defterek diçû yeka din dıhat...
Örtmanek çû yekî din hat...Êdî fêra zimên jî bûbû... Di navhevdida tirkî dengdikirin..
Wextêk di Hewsê Mektewê de, bi „zimanî Gund“ dengdikirin, Örtman diqehirî û li wan dixist...Pircaran jî çend hevalên wî, di Hewsê de pêçîya xwe hildidan jor, û hetta ba Örtmên dibazîn û ew „şîkayet“ dikirin... Ew mecbur bû kû vî zimanî bike zimanî xwe. Qet nabe, di hûndirî Mektewê da, „zimanî Gund“ ji bîr bike...
Lê erê, wî zimanê Gûnd hetta demekê xist binkeviran, an jî ji bîr ve kir. Lê tirkîya wî jî ne wek gotî bû...
Örtmên carekî bang kir nik xwe û got; „Sen neden türkçeyi güzel konuşmuyorsun?“
„Örtmenîm niyeki? Deng... Qonişîyorim ya.!!...“
Örtmên vê carê lênexıst, lê bi çavên tijî gûhê wî kişand. Neqetand lê... tu xêr jî têda nehîşt... Hevalên wî, ji nêzik va li wî dinêrîn. Fedî kir, bi berxwe ket. Serê xwe kir bin merasên xwe û ji wir dûr ket. Bayekî Qebe derketî bû, pêlên daran, dixwast bifirin, lê Dar a bernedidit...
Ew bi gûhî sorbûyî, hevalên wî jî bi ken, devdevî şevê, ji Mektewê belavbûn.
Ivarî Cira li Dîwêr, a kû tenê tesîr a derdor a xwe dike, dexista ber xwe û bi xwendine re qarişî.
„ ...Kemal, amcasının yanında büyüdü...Tarlalarda kusları kovalardı... (di kêlekê de jî wêneyî wî bi fes hebû, û şıvek dı destta bû...) Matematigi cok severdi...Ögretmeni bir gün onu yanına cagırmış....“
Di hêlekêde jî difikirî;
„...Örtmanên wî, ji wî hezdikina. Li wî naxin, û gûhî wî jî naksînin. Gelo, Zimanê Gûndî wî çi ye? Ê kû te xûyakirin, ne zimanê Gundî me ye...Ew sedîsed li ortêye...“
Berxwe ket, û di mêjîya xweda wiha difikirî; « Cima du navên me hene ? Mesela ez, navê min, Reşo ye û li Mektewê dibên Reşît... » “Navê bavî min, Hûso ye... Navê Dê a min, Gûlê ye...” “ Na na, Hüseyîn û Gül.” « Hevalê min Kelo ye... Li Mektewê dibên, Kemal... »
“Örtmanî min ji Kelo jî heznake... Erê lo, cing jê hezbike, derdikeve Texte û dibê; « annesinin adi Z î b î d e û B a b a s i ni n adi... » Örtmên rahîstîbû binîgûhê wî û ew jî, bi êseka di jîyana xwe de qet ne ji bîrkirin , hetta mal gîrîya....”
Di vê navberêda tistek hat bîra wî û mîna qîrînekê got ; « Laoo... ma ew jî ne ew be!!!”
Çire giran giran tesîr a xwe winda dikir... Ewta ewta Kûçik ji derva nedihat... Sevares, di bin Zinaranda derket û Dinya û Gûnd kür kir. Qelem ji dest wî de ket û Dê a wî ew rakir, û xista navnivînan...
Sibê zu rabû, nan nexwar, av venaxwar, xwe avêt derva...
Di derva de, rewşeka spî dest pêkirî bû, Xeynî dûmanê Sobeyan û naxir a li bin Molê Çollû digihêste hev. Xeynî Ga û malan ti tiştî rengê xwe ne dida nasî. Herder spî bû. „Berfa Qaraqise” destpêkirî bû. U rêya Mînübûsa Momke li ser berfê mîna Marekî dirêj dibû... Berf, ji nav tekereyên Mînübûse wek kûrmên dirêj li ser rê wesîyî... Pirr kêfa wî jê hat... Ji Soqû yê di OrtêGûnd re derbas bû, û di pişt diwarî Molê Mahmke da gihîsta Mektewê.
Mektew hîn girtî bû... Çend hevalên wî li Sinifê bi Sobe vêxistinê diqarîsîn. Dûman ketubû Sinifan... Pifdikirin, qaz berdidan lê fêde nedikir, çimakî Komir şil bû û gîş toz bû... Kûşkir zu vêkatin, lê dîsa jî, Komir zûwa nebûbû..
“Seet bûn 9, hîn jî Sobe vêneket... Örtmon hat, lê nêrî, û got; ”Niye bu sobayı yakmadınız? “ Örtmenim, Komır ıslaktı...” “Kuşkirlar yandi ama Komir yanmadi..”
„Geçin lan suraya!!! Dizilin lan!!!“
Me destên xwe dirêjkirin û min jî bi wan re, kutê bi şıvê Kalam û hîşk û sifte wek Bûze, paşe wek ava kelî xwarin... Dest li me pertilîn... Em revîyan Kanîya li derva baxceyî Mektewê, me destêm xwe dan ber ava miçiqî, me destên xwe dan ber av a sar... Av sar bû, hilm ji destên me dikişî. Me di hêlekê da pifa destên xwe dikir, û di hêlekê da jî, gîrîya li ber çavên xwe pahj dikir. Kes li yekî din ne ma dinehirî...
Dê a min gîrîya bercavên min nedît, brayê min ez şandim Xîfkê Deli Zewê ... Ha Deli Zewê, ha Örtmanên min... Gelo, Kemal jî kutên wiha, kûtên ji sedema Kûskiran xwaribûn?
Em li ber derî Mektewê kom bûn. Paşe yekî „andimiz “xwend;
“Türkim, dogruyim, calişqanim,
yasam küçikleri qorumax,
biyükleri saymaxtir...”
û em ketin Sinifan.
Hîn êşa destê min derbasnebûyî bû, Örtman jî giran giran keta hûndir, porê xwe dûzkir û got; “kim anlatacak günlük olayları?”
Yek rabû serpîya; “dün ebem hastalandi, babam sabah toxtira götürdü... Hewşargilin inegi buzaladi... “ Örtmên got; “tamam, tamam..”
Min dest bilindkir. Örtman li min nêrî û got; “ Evet Reşat!!” Bi dengekî ewqes nerim, ewqes sivik... Xwîn li min germ bû, ez nerim bûm û min feleketa nîvseatê ji ber vê, bîrkir... Dev bi ken bûm... Mîna Mêkê nû zayî, di nav Mê din da Berxwe xwe vindakirî û paşe jî dîsa dîtî... 
Erê tiştekî kû ez niha jê bipirsim ne „günlük olay“ bû, lê edî sebra min jî nema.
Min qet li der dor a xwe mesnekir, di carekê da rabûm û min got; „Örtmenîm, Mıstafa Kemalîn adi da Kelo´dur?“
Örtman şaş bû... Milên xwe dihevdûkûta, rûyê xwe qerçimand û hat ba min. Li Kêleka min danîşt û pirsî; „kim sana söyledi bunu?“
Min mesela Ivarî jê re got...
Hemu sinif bimin bi veşartî dikenîn... Lê ma çawa nakenin, tiştekî ew nizanin, min bixwe kişfkir...
Em derketin der, Kûtik nêzika min bû; “lawo, tu dînî, tû xêra dibê Kelo?” “Xêra, ne raste, em jî ji Keloyî me ra dibên Kemal.. Her kesî dû navê xwe hena, belkî e wî jî Kelo be? Min, jê pirskir.. Qe min ne got wenge? » “
|